Rêxistinên mafên mirovan ragihand ku hejmara Filîstiyên ku li girtîgehên Îsraîlê têne girtin, gihiştiye 9 hezar û 300 kesan. Komaleya Dîlgirtiyên Filîstînî ragihand ku herî kêm 350 zarok di girtîgehên Ofer û Megîddoyê de têne girtin ne.
Li gorî daneyan, herî kêm 3 hezar û 500 Filistîniyên ku li Şerîaya Rojava hatine binçavkirin, bêyî ku tu sûcdarî li wan were kirin yan jî werin darizandin, li girtîgehan têne girtin.
Her wiha hate diyarkirin ku 1220 Filistîniyên ku di operasyonên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de hatine girtin, wekî “şervanên neqanûnî” hatine binavkirin û ev kes rûbirûyê xeteriya binçavkirina bêdem in.